• Thursday, 19 February 2026
logo

Di xwepêşandanên Lubnanê de zêdetirî 400 kesan birîndar bûn

Gulan Media August 25, 2015 Nûçe
Di xwepêşandanên Lubnanê de zêdetirî 400 kesan birîndar bûn
Di xwepêşandanên Lubnanê yên bi navê “ Bêhna we derketiye” de, pevçûn di navbera hêzên polîs û xwepêşanderên nerazî de çêbûn û di encamê de bi sedan kes birîndar bûn.

Jêderên xaça sor a Lubnanê ragihandin ku xwepêşandan li nêzîkî avahiyên parlemanê û serokatiya encûmena wezîran a wî welatî birêve çûn û piştre alozî û tundûtîjî hiyê yên Beyrûtê de çêbûye û bi wê sedemê 400 kes birîndar bûne.

Ji roja şemiya borî ve xwepêşandan li Beyrût a paytextê Lubnanê li dijî hikûmetê destpê kiriye û pevçûn di navbera welatiyan û hêzên polîs û artêşê de rûdaye û 17 welatî bi guleyên hêzên ewlekariyê û gaza rondikrêjê birîndar bibûn lê belê heya niha temamê ziyanên canî yê wan xwepêşansanan nayê zanînê.

Welatiyan jiber zêdebûna çopê û belavbûna bêhna nexweş û metirsiya serhildana nexweşiyan daketine kolanan ku ji ber daxistina nivîsgehên çareserkirina çopa wî welatî derketiye holê.

Beşek ji welatiyên Beyrûtê neçar bûne ku çopên xwe li ser kolanan bişewitînin û ew jî bûye sedema belavbûna gazên ziyanbexş ên jehrawî , li ser wê yekê jî navê xwepêşandanan bi (Bêhna we derketiye) lê kirine.
Top