Amerîka: Me bi Tirkiyeyê re ti rêkevtin nekiriye
Berdevkê Koşka Spî Josh Ernest îro di konfranseke rojnamevaniyê de bersiva pirsyarên rojnamevanan da.
Josh Ernest di bersiva pirsyareke derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de ku gotibû; “Tirkiyeyê û Amerîkayê derbarê operasyona li dijî DAIŞê û pêkanîna Herêma Ewle li Sûriyeyê de lihev kirine”, ew agahî bi derev xist.
Ernest di vê bareyê de ragihand, di navbera her du welatan de derbarê mijara şerê li dijî DAIŞê de hevdîtinên her du aliyan hêj didomin, lê belê heta niha ti lihevhatinek di vê bareyê de nehatiye kirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû, Tirkiye û Amerîka derbarê encamdana operasyona leşkerî ya li dijî rêxistina DAIŞê û derxistina çekdarên wê li bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, hevîtinên teknîkî bi dawî kirine û dê operasyon di demek nêzîk de dest pê bike.
Mevlut Çavuşoglu ku ji ajnasa nûçeyan a Reutersê re axiviye, herwiha daye xuyakirin: “Bo derxistina DAIŞê li ser sînorê Sûriyeyê, operasyona hevpeymanan dê di demek gelek nêzîk de dest pê bike. Hevdîtinên teknîkî di vê bareyê de roja yekeşemiyê bi dawî bûn.”
Rudaw
