• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Geverê şer derket

Gulan Media August 24, 2015 Nûçe
Li Geverê şer derket
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKK’ê de şer derket. Hate zanîn ku xelkê taxa Orman ya Geverê malên xwe bi cîh hiştin.

Li navçeya Gevera ser bi Colemêrgê vê sibê şer derket. Komek gerîlayên PKK’ê êrîş birin ser tirûmbêlên leşkeren li taxa Cengiz Topel.

Piştî vê êrîşê, tîmên tevgera taybet ên Tirkiyê bi tankan xwestine bikevin taxên Orman, Yeşîldere, Mezarlik û Dîze. Lê belê gerîlayên PKK’ê û ciwanên ser bi rêxistina YDGH, rê nedane leşker û polîsan.

Li navçeyê dengê fîşek û bombeyan tê û şer berdewam e. Hate gotin ku gerîlayên PKK’ê ji xelkê taxa Orman xwestiye ku malên xwe vala bikin. Xelkê vê taxê jî di nava pevçûnan de ji malên xwe derdikevin.

Li navenda Geverê bazar daxistî ne û xelk dukanên xwe venakin.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî vê sibê otomobîla leşkerî rastê êrîşek bombeyî hatibû û di encam de 2 leşker miribûn, 3 jî birîndar bibûn.

Ji aliyê din ve îro danê sibê li navçeya Farqîna Diyarbekirê li Taxên Konak, Mescîd û Tekel di navbera polîsan û ciwanên YDGH’ê de şer derket. Piştî şer qeymaqamiyê derketine kolanan qedexe kir.

Basnews
Top