‘Hêzên Kurdî û DAIŞ’ê dîlên xwe bi hev guhertin’
Doh Yekşemê 23/8/2015, Hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bi rêkeftinek pêşwext, li bajarê Hesekê 3 dîlên xwe li gel rêxistina DAIŞ’ê hev guhertin.
Derbarê mijarê de çavkaniyek taybet bo BasNews ragehand ku li bajarê Hesekê hêzên Kurdî bi navbeynkariya rîspiyên eşîretên Ereb ên navçeyê, dîlên xwe li gel rêxistina DAIŞ’ê guhertin.
Çavkaniyê ragehand ku YPG’ê 3 dîlên DAIŞ’ê serbest berdan ku du kes ji wan Sûrî bûn yek jî biyanî. Li beramber de DAIŞ’ê jî 3 dîlên YPG’ê serbest berda ku yek ji wan fermandar bû.
Çavkaniya taybet herwiha ragehand ku ev şervanên YPG’ê li gundê Zenter ê ser bi nevçeya Elhul ku dikeve başûrê Hesekê, ketibûne destê DAIŞ’ê.
Basnews
