• Thursday, 19 February 2026
logo

PKKê jî bersiva banga Demîrtaş da

Gulan Media August 24, 2015 Nûçe
PKKê jî bersiva banga Demîrtaş da
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik li ser banga Demîrtaş a sekinandina şer got, banga wî hêja ye lê êdî PKK ti carî bi awayekî yekalî agirbestê ranagihîne.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, li ser rewşa Tirkiyê û şer ji rojnameya almanî ya bi navê “Welt am Sonntag”ê re axivî.

Cemîl Bayik li ser banga Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş a ragihandina agirbesta dualî got, helbet em vê banga wî hêja dibînin. Li gorî me, ne Tirkiye dikare vê pirsgirêkê bi zora çekan çareser bike ne jî em.

Bayik diyar kir ku PKKê heta niha 8 caran bi awayekî yekalî agirbest ragihandiye û herî dawî jî hêzên xwe derxist derveyî Tirkiyê lê Tirkiyê destpêkê xwe da paş, paşê jî înkar kir ji ber wê jî êdî agirbest dê bi awayekî yekalî neyê ragihandin.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî li ser banga Demîrtaş gotibû, heta çekên PKKê neyên çalkirin operasyonên leşkerî dê bidomin.

Demîrtaş, roja 22ê vê mehê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê bang li PKK û dewletê kiribû, bê şert û merc şer bidin sekinandin û vegerin ser maseya diyalogê.


Rudaw
Top