Şemzînan – 2 leşkerên Tirk hatin kuştin 3 jî birîndar bûn
Îro danê sibê li nêzîkî Şemzînanê, bombeyek bi panzêra hêzên artêşa Tirk de teqiya.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de 2 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya Tirkiyê, ew teqîn ji aliyê PKKê ve hatiye kirin lewma piştî bûyerê bi alîkariya helîkopteran li dijî gerîlayên PKKê operasyon hatiye destpêkirin.
Rudaw
