• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞ’ê dîsa êrîşê Kobanê kir

Gulan Media August 24, 2015 Nûçe
DAIŞ’ê dîsa êrîşê Kobanê kir

Hate zanîn ku çekdarên rêxistina terorîstî yê DAIŞ’ê careke din êrîşê gundekê Kobanê kirine û 30 welatiyên wê gundê revandine.

Li gor zanyariyên ji herêmê hatine girtin çekdarên DAIŞ’ê serê sibê zû êrîşê gundê Gulanê ya balûrê Kobanê kirin.

Li gor agahiyan DAIŞ’ê di vê gundê de zarok, jin û zilam bi tevahî 30 hemwelatiyên Kurd revandin.

Çavkaniyên herêmê jî dibêjin ku çekdarên terorîst ên xelkê wê deverê, li başûrê Kobanê xalên kontrolê datînin û Kurdan direvînin.

Rêxistina DAIŞ’ê cara duwem di 25’ê Hezîrana îsal de êrîşê navenda Kobanê kiribû û di encam de nêzîkê 300 hemwelatî û şervan şehîd bibûn. Di vî şerî de 80 çekdar jî hatibûne kuştin.

Basnews
Top