Heyeta PDKê serdana Tirkiman kir
Duh heyeteke partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya birêz Mesrûr Baranî serdana mala Tirkimanan li Hewlêrê kir û li gel Parlementerên Tirkiman civiya.
Di civînê de behsa pirsa Serokatiya Kurdistanê û herwiha civînên parlementoya Kurdistanê û çend pirsên din hate kirin.
Her di civînê de her du aliyan tekez li ser lihev kirinê kir û aliyên Tirkiman jî daxwaza vê yekê kir ku mafên kemenetewan werin parastin.
