• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrên Norwêjê hatin Kurdistanê

Gulan Media August 24, 2015 Nûçe
Wezîrên Norwêjê hatin Kurdistanê
Wezîrên Derve û Bergiriyê yên welatê Norwêjê gihîştin Hewlêrê û dê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicivin.

Îro Duşemê, bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî, Wezîrê Derve Borge Brende û Wezîra Bergiriyê ya Norwêjê Ine Soreide hatin Başûrê Kurdistanê.

Li gorî bernameya ku hatiye danîn, biryar e herdu wezîr ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicivin.

Wezîrên Norwêjê beriya Hewlêrê serdana Bexdayê jî kirin û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî û Wezîrê Derve Îbrahîm Ceiferî civiyan.

Wezîrê Derve yê Norwêjê Borge Brende li wir ragihand: “Emê 20 milyon dolar wek alîkariyên mirovî pêşkêşî Iraqê bikin.”

Ji aliyê leşkerî ve jî, Norwêjê biryar daye ku leşkerên Iraqê perwerde bike, lê behsa dana çekan nekiriye.

Rudaw
Top