Hevşaredarên Colemêrgê hatin girtin
Hevşaredarên Colemêrgê Nurullah Çiftçî û Dilek Hatipoglu û Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Navenda HDPê Îsmail Sihat Kaya 20ê Tebaxê îsal bi hêceta “xerakirina nîzama makezagonê û xerakirina yekîtî û hebûna dewletê” hatibûn binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrge derbarê Dilek Hatipoglu, Nurullah Çiftçî û Îsmail Sihat lêpirsîn dabûn dest pê kirin. Hatipoglu, Çiftçî û Kaya piştî hatin dadgehkirin, ji aliyê dedgeha nobedar bi tawana “xerakirina yekitiya dewletê” hatin girtin.
Rudaw
