• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Avusturya: Emê zêdetir hevkariya Pêşmerge bikin

Gulan Media August 23, 2015 Nûçe
Wezîrê Derve yê Avusturya: Emê zêdetir hevkariya Pêşmerge bikin


Wezîrê Derve yê Avusturyayê Sebastian Kurz diyar kir ku welatê wî amadeye zêdetir alîkariya Kurdan û Hêzên Pêşmerge bike. Kurz her wiha daxwaz kir ku ji bo pêşiya benaberan bê girtin divê planek bê dariştin.

Wezîrê Derve yê Avusturyayê Sebastian Kurd di hevpeyvînekê de li gel rojnemek welatê xwe pênc xal diyar kirine û daxwaz ji Yekitiya Ewropa dike ku hejmara penaberan li Ewropa kêm bikin û herwiha pêşya hatina wan bigrin.

Kurz amaje bi wê yekê kir ku welatê wî nikare pabend be bi hevkariya leşkerî ya ligel Amerîka ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de lê diyar kir ku wê di tekoşîna li dijê rêxistina terorê de zêdetir hevkariya kelûpelên leşkerî bidin Kurdan û Hêzên Pêşmerge.

Sebastian Kurz herwiha ji YE jî dazwaz kir ku di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de li Suriyê, Iraq û Libyayê çalaktir be.

Basnews
Top