‘Pêşmerge jiber çekên kîmyawî birîndar nebûne’
Di çend dezgehên ragahandinê de hate gotin ku DAIŞ’ê carek din li bakûrê rojavayê Mûsilê li dijî Hêzên Pêşmerge çekên kîmyewî bikar aniye.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên li Eniya Til Sikof Serbest Tirwanîşî bo BasNews ragehand ku şevê din firokeyên şer ên hevpeymanan li herêma Til Sikofa bakûrê rojavayê Mûsilê bombebaran kirin û bîrek petrolê jî kirin amanc. Jiber vê dûkel û bêhnek nexweş derket û barê tendurustiya hejmarek Pêşmergeyan têk çû.
Tirwanîşî diyar kir ku DAIŞ’ê ew herêm topbaran nekiriye û nûçeyên bi vî awayî jî bo têkdana wire û moralê Pêşmerge ne lê nagehin armanc.
Herwiha Fermandarê Hêzên Sipilk ya Pêşmerge Emîd Tariq Hernî jî ji malpera KDPinfo re axivî û da zanîn ku şevê din di demjimêr 22:00 de firokeyên şer ên hevpeymanan li gundê Kanî Şîrin a Til Sikof baregahên DAIŞ’ê bombebaran kiriye û bermîlên neftê û bîrek petrolê jî liber bombebaranê ketiye.
Hernî got ku ji ber dûman û bêhnê çend Pêşmerge aciz bûne û bijîşkan jî diyar kiriye ku ev yek jiber dûkelê çêbûye.
Basnews
