• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pênç partiyên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê civyan

Gulan Media August 23, 2015 Nûçe
Pênç partiyên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê civyan


Pênc partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya civîna çaremîn de li ser pirsa hilbijartina serokatiya herêmê, li bajarê Silêmaniyê civyan.

Herpênc partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû ji bo gotûbêja li ser pirsa serokatiya herêmê li Otêla Şarî Ciwan a bajarê Silêmaniyê civyan.

Li gor zanyariyên BasNewsê aliyan li hev kirine ku heta negehin rêkeftinekê derbarê naveroka civînan de agahiyên zêde nedin dezgehên ragehandinê.

Pirsa serokatiya herêmê di vê qonaxê de pirsa sereke ya Başûrê Kurdistanê ye. Alî niha liser sererastkirina çonetşya hilbijartinên serokatiya herêmê gotûbêjan bikin.

Basnews
Top