• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amed – Leşkerekî Tirk hat kuştin 3 jî birîndar bûn

Gulan Media August 23, 2015 Nûçe
Amed – Leşkerekî Tirk hat kuştin 3 jî birîndar bûn
Li herêma Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bombeyek bi hêzên artêşa Tirk de teqiya, di bûyerê de leşkerek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li ser rêya bajarên Pasûr û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, bombeyek bi otomobîla hêzên Tirk de teqiya.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Hat gotin ku ew leşkerên ku li ber teqîna bombeyê ketine, nobedarên bendavê bûn.

Rudaw
Top