PKK: Li herêma Heftanînê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG), ku baskê çekdarî yê PKKê ye, eşkere kir ku hêzên Tirk rojên 19 û 21ê vê mehê sê caran hewl dane li ser sînorê herêma Heftanînê derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bibin lê ji aliyê hêzên wan ve hatine astengkirin.
HPGê ragihand, her cara ku hêzên Tirk dixwestin derbasî Başûr bibin gerîlayên wan êrişa wan dişkandin û nedihîştin ew derbasî Başûr bibin.
Li gorî daxuyaniya HPGê, di encama şerê sê rojan de li Heftanînê, herî kêm 13 leşker hatin kuştin û tankek jî hat teqandin.
rudaw
