• Wednesday, 18 February 2026
logo

HAK-PAR û AKP: Bila Barzanî bimîne

Gulan Media August 22, 2015 Nûçe
HAK-PAR û AKP: Bila Barzanî bimîne
Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr diyar kir, kirîza ku li ser serokatiya Barzanî çêbûye, rast nîne û divê ew li ser kursiya xwe bimîne. Parlamenterê kurd ê AKPê Orhan Mîroglu jî dibêje, di binê wê kirîzê de Îran heye.

Kirîza serokatiyê li Başûrê Kurdistanê didome û heta niha partî û aliyên siyasî li ser dirêjkirina dema serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û guhertina qanûna serokatiyê li hev nekirine.

Siyasetmedarên kurd ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî dibêjin, di vê dema ku Herêma Kurdistanê di nav şer de ye derxistina vê kirîzê rast nîne û divê Barzanî li ser kursiya xwe bimîne.

Parlamenterê kurd ê AKPê Orhan Mîroglu, ku xwarziyê zanayê kurd Mûsa Anter e jî, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ev pirsgirêk li Tirkiye jî heye lê di binê kirîza Herêma Kurdistanê de Îran heye.

Orhan Mîroglu anî ziman ku divê Barzanî li ser erka xwe berdewam be û kurd jî dikarin bi rêya Barzanî li hev bikin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr jî li ser kirîza serokatiyê li Başûrê Kurdistanê axivî û got, Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe lewma gengeşkirina li ser serokatiya Barzanî karekî xelet e.

Fehmî Demîr bang li tevahiya partiyên siyasî yên Başûr kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û li hev bikin…

Rudaw
Top