• Wednesday, 18 February 2026
logo

PYD: Di teqîna Qamişlo de Tirkiyê alîkarî dabû DAIŞê

Gulan Media August 22, 2015 Nûçe
PYD: Di teqîna Qamişlo de Tirkiyê alîkarî dabû DAIŞê
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tirkiye bi wê yekê tohmetbar kir ku di teqîna vê dawiyê ya Qamişlo de alîkariya DAIŞê kiriye.

Berdevkê ragihandinê yê hêzên asayişê yên PYDê, Mihemed Xelo li ser teqîna roja çarşema borî (19ê Tebaxê) ya Qamişlo axivî û got, çekdarên DAIŞê rêbend derbas nekirine lê Tirkiyê alîkariya wan kiriye ku derbasî Qamişlo bibin.

Mihemed Xelo her wiha diyar kir ku Tirkiye sînor ji DAIŞê re vedike û alîkariya wan dike û got, lê çi ji destê me were emê pêşiya wan êrişan bigirin.

Di encama teqîna roja 19ê Tebaxê de ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin, 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn ku piraniya wan sivîl bûn.

Rudaw
Top