Şerê PKK û Tirkiyê: 100 'Herêmên Ewle' li Bakurê Kurdistanê
Piştî komkujiya Pirsûsê di 20ê Tîrmeha îsal de ku 32 kes têde jiyana xwe ji dest dan û di 24ê Tîrmehê Artêşa Tirkiyeyê deverên ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) lê diman li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir, li Bakûrê Kurdistanê bûyer dest pê kirin û hikûmeta Tirkiyeyê li gellek bajar û navçeyên Kurdistanê herêmên ewle û qedexekirî ragihand.
Li gor biryarên walîtiyên bajarên Bakûrê Kurdistanê û daxuyaniyên Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê hejmara wan navçeyên ku wek deverên bi ewle hatine ragihaindin, nîzîkî 100 herêman bûye.
Navçeyên ku wek deverên bi ewle hatin ragihaindin û dîroka destpêkirin û bi dawîbûnê evin:
Amed: Farqîn,Lîce,Pasûr, Dicle û 19 deverên din ên Amedê heta 5 Îlonê wek navçeyên bi ewle tên ragihandin.
Agirî: Bazîd û çiyayê Tendurekê ji 2 Tebaxê heta 18 Tebaxê û pişt re ji 19 Tebaxê heta 2 îlonê.
Erzrûm: Navçeya Şenkaya heta 31 Tebaxê.
Mêrdîn: Nisêbîn,Kiziltepe,Mazîdag û 4 navîeyên din heta 1 Îlonê.
Colemêrg: Gever-Şemzînan,Çelê - 21 navçeyên çiyayî heta 27 Tebaxê.
Mûş: Gimgim û navçeyên çiyayî heta 29 Tebaxê.
Dîlok: Navçeyên ser sînora Sûriyê heta 22 Tebaxê.
Riha: Navçeyên ser sînor heta 21 Tebaxê.
Dêrsim:7 taxên bajêr, Ovacik û Nazmiye,Hozat, Mazgirt,Şemîşgezek û 14 navçeyên din yên çiyayî heta 19 Tebaxê, dibe ku careke din were dirêjkirin.
Şirnex: Qilaban,Beytuşebab, Cizîre, Silopî û piraniya navçeyên çiyayî, 16 Îlonê.
Çiyayên Besta, Cûdî, Gebar, Çirav, Qilaban ji 31 Tîrmehê ve bo heyama 6 mehan wek herêman ewle hatin ragihanin.
Li gor yasaya Tirkiyeyê Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlekariyê dikarin li vir bi hincetên ewlekariyê û bi bê biryara dozgerî û dadweriyê mirovan bigrin, malan û kesan kengî bixwzin teftîş bikin, lêpirsînan bikin, dest danin ser mal û milkên xelkê.
Herwiha navçeyên bi ewle cuda ye ji herêmên qedexekirî, piraniya herêmên qedexekirî wek navçeyên ku şer têde çêdibin, yasayên wê dijwartirin û desthilata Artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê jî têde berfirehtire.
Rudaw
