• Wednesday, 18 February 2026
logo

KERKÛK - Daxwaza kurdan pêkhat - Balafirxaneya leşkerî hat girtin

Gulan Media August 22, 2015 Nûçe
KERKÛK - Daxwaza kurdan pêkhat - Balafirxaneya leşkerî hat girtin
Hikûmeta Iraqê biryar da, balafirxaneya leşkerî ya Hurriye li Kerkûkê biguherîne û bike balafirxaneyeke navdewletî û sivîl.

Hikûmeta Iraqê piştî 8 salan bendewariya xelk û rêveberiya parêzgeha Kerkûkê, biryar da ku balafirxaneya leşkerî ya li wî bajarî bike balafirxaneyele sivîl.

Hat ragihandin, ev balafirxane dê ji aliyê Desteya Hilbirînê ya Kerkûkê ve were avakirin û 2 sal berî niha nexşe û plana çêkirina wê hatiye damadekirin.

Parêzgarê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm di vê bareyê de dibêje: “Gellek soz hatine dan û nehatine bicihkirin. Piraniya erdê balafirxaneya Kerkûkê mulkê Wezareta Parastina Iraqê ye û gerek em ligel wê wezaretê wê arîşeyê yekalî bikin.”

Necmedîn Kerîm ragihand: “Balafirxane ji me re pir girîng e û herwiha daxwaza xelkê Kerkûkê ye.”

Balafirxaneya Hurriye ya Kerkûkê niha di destê Hêzên Pêşmerge de ye. Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişên xwe bo ser Iraqê dest pê kir, Artêşa Iraqê ji Kerkûkê û gelek deverên din reviya û Hêzên Pêşmerge erkê parastina bajarê Kerkûkê û wê balafirxaneyê girte ser milê xwe.
Top