• Wednesday, 18 February 2026
logo

Komeleyên civakî bo partiyên kurdî: Bibin yek!

Gulan Media August 21, 2015 Nûçe
Komeleyên civakî bo partiyên kurdî: Bibin yek!
Şanda li ser navê Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Sosyalîzme (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD) û Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) îro li Amedê serdana saziyên sivîl ên karsazan kirin.


Derbarê serdanên partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanî de yên bo saziyên sivîl ên karsazan, Buroya Çapemenî û Ragihandina PAKê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya PAKê şandê pêşiyê serdana Odeya Bijîşkan kir. Şandê piştî wê hevdîtinê serdana Tevgera Oze-Donuş û Komeleya Tekstîl û Pîşêsazî û Karsazan a Herêma Başûrê Rojhilat (GUNTIAD) kir.

Hat diyar kirin di hevdîtinan de hemû aliyan nêrînên xwe yên derbarê şerê îro li Bakurê Kurdistanê e anînê ziman û xwestinê ew şer demildest were rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê berevkê şandê wiha gotiye: “Divê ev şer bi cih de rawest e. Bila hevdîtinên rasteqîn bên kirin. Divê van hevdîtininda hemû hêzên Bakurê Kurdistanê yên Kurdistanî hebin. Herwiha divê hevdîtîn an di bin garantorîya sazîyên navnetewî an dewletên din de çêbibe"


Herwiha hat amaje kirin berdevkên dezgehên sivîlan ji wiha gotiye: “Em ji ber yêkîtîya van partî û rêxistinên Kurdistanî gelek kêfxweş in. Ev hewla we gelek pîroz e. Divê hemû hêzên Kurdistanî di vê meselêde bibin yêk û bi hevre hewl bidin. Ji ber şerawestandinê çi bikeve ser milê me em jî her tim amadene.”

Şanda partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê ji Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sinir, Endamê Birêvebirîya Navendî ya PDK-Bakurê Mevlut Tamses, Endamê Rêvebirîya Rêxistina Amedê ya PDK-Bakurê Aslan Îlhan, Sekretere duwem yê Hareketa Azadî Sidki Zîlan, Serokê Rêxistina Amedê ya OSPê Nusrettin Maçîn û Endamê Dîvana PAKURDê Erhan Kaçar pêk hatibû.

Top