• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka hişyarî da Tirkiyeyê: Biryar ne bes e, li DAIŞê bide

Gulan Media August 21, 2015 Nûçe
Amerîka hişyarî da Tirkiyeyê: Biryar ne bes e, li DAIŞê bide
Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter hişyarî da Tirkiyeyê ku pêwîst e bi awayee aktîvtir li DAŞê bide. Ashton Carter herwiha daxwaz ji Enqerê kir, rê nede ji sînorê wê re çekdar û çek û teqemenî derbasî Sûriyeyê bibin.

Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter duh şev gotarek pêşkêş kir û derbarê şerê li dijî çekdarên DAIŞê û beşdarbûna Tirkiyeyê di wî şerî de axivî.

Ashton Carter di axavtinên xwe de pesnê biryara wê dawiyê ya Enqerê da ku rê bi balafirên Amerîkayê û hevpeymanan da ku binkeyên emsanî û leşkeriyên wî welatî û bi taybet jî binkeya esmaniya Încirlîkê bo lêdana çekdarên DAIŞê b kar bînin.

Carter tekez kir, herçiqas ew pêşwazî li biryara Tirkiyeyê bo lêdana DAIŞê dikin, lê belê ew yek tenê ne bes e û daxwaz ji Enqerê kir, rola xwe di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de aktîvtir bike û êrişên xwe li ser DAIŞê zêdetir bike.

Wezîrê Parastina Amerîkayê herwiha daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê kir, sînorê welatê xwe bi Sûriyeyê re baştir kontrol bikin û rê nedin ku çekdarên DAIŞê bi rêya sînorên wî welatî ve derbasî nav axa Sûriyeyê bibin.

Ashton Carter amaje bi wê yekê jî kir, ku ji sînorê Tirkiyeyê yê ligel Sûriyeyê re gelek çek û teqemenî digihîje rêxistina DAIŞê û daxwaz kir, hikûmeta Tirkiyeyê rê nede çek û teqemenî ji sînorên wê ve bigihîje dest wê rêxistinê.

Wezîrê Paratsina Amerîkayê herwiha da xuyakirin, niha Enqere mijûlî nirxandin û amadekariyên pêwîst bo beşdarbûneke aktîvtir di şerê li dijî DAIŞê de ye.

Rudaw
Top