• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîkayê li derdora Mûsilê hêz peya kir

Gulan Media August 20, 2015 Nûçe
Amerîkayê li derdora Mûsilê hêz peya kir
Hat ragihandin, 19ê Tebaxê balafirên Amerîkayê nêzîkî hezar serbazên xwe bi kelûpel û amûrên giran ên leşkerî ve li navçeya Rebîa ya girêdayî Musilê bicih kir.


Li gor agahiyên ji parêzgeha Mûsilê ve duh danê sibehî Amerîkayê hêzeke xwe ya serbazî li nêzîkî sayloyên bajaroka Rebîayê li rojavayê Musilê danî.

Li gor agahiyan, hejmara wan serbazan gihiştiye hezar kesî û piraniya wan jî ser bi firqeya komandoyê ne.

Tê zanîn, bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê niha di jêr kontrola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê de ye.

Pêştir jêderekê li nava bajaroka Rebîayê ragihandibû ku Amerîka dixwaze navendekê li bajaroka Rebîayê bi hinceta perwerdekirina eşîretên navçeyên rojavayê Musilê ava bike.

Top