Desteya Hilbijartinê ji bo hilbijrtinên 1’ê Mijdarê amadekariyan dike
Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê reşnivîsa hilbijartinê ku tê pêşbînîkirin di 1’ê Mijdarê de pêk bê, xiste ber raya partiyên siyasî.
Li Tirkiyê piştî ku aşkere bû ku hikûmetek yekgirtî ava nabe. Desteya Bilind a Hilbijartinan reşnivîsa hilbijartinê ku tê pêşbînîkirin di 1’ê Mijdarê de pêk bê, xiste ber raya partiyên siyasî.
Çend roj mane ku dema 45 rojî ya ji bo damezrandina hikûmetek yekgirtî bi dawî bibe. Jiber vê jî komîsyona hilbijartinan lez da karên xwe.
Di vê çarçoveyê de Desteya Bilind a Hilbijatinan li gor qanûna hilbijartina parlamenê bernameyek bi 60 rojî bo amadekariyên hilbijartinê darijt.
Li gor vê yekê rojên ku di proseya asayî de weke îtîraza lîsteyên dengdanê jî hatine kurt kirin. Bi vê awayî reşnivîs şandine herçar partiyên siyasî. Piştî ku partiyan li ser vê reşnivîsê nêrînên xwe pêşkeşê desteyê bikin wê biryara dawî li ser vê mijarê bê dayîn.
Basnews
