Civîna partiyên siyasî li ser kirîza serokatiya Kurdistanê dest pê kir
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, civîna nûner û şandên PDK, YNK, Gorran, Komel û Yekgirtûya Îslamî bîstekê beriya niha li Hewlêrê dest pê kir.
Biryar bû civîna han duh were kirin lê li gorî agahiyên ku rayedarên partiyan dabûn Rûdawê, ji ber civîna pêr şev, nûnerên partiyan westiyabûn lewma civîn mabû îro.
Şandên ku di civîna han de beşdar in, ev in:
Şanda PDKê: Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Endamê Serokatiya PDKê Dilşad Şehab.
Şanda YNKê: Alîkarê Sekrterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, endamên Polîtburoya YNKê Rizgar Elî-Seidî Ehmed Pîre- Qubad Talebanî-Derbaz Kosret Resûl.
Şanda Gorranê: Endamên Civata Gorranê Omerê Seyîd Elî, Mihemed Tofîq Rehîm, Celal Cewher.
Şanda Yekgirtû: Alîkarê Sekreterê Giştî Mihemed Ehmed, endamê Polîtburoyê Xelîl Îbrahîm.
Şanda Komela Îslamî: Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr, endamên Encumena Siyasî Ebdusetar Mecîd û Enwer Sengawî.
Rudaw
