Serokatiya Herêma Kurdistanê: Malikî bi xwe berpirsê ketina Mûsilê ye
Çend roj berê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, li paytexta Îranê, Tehran, li ser ketina bajarê Mûsilê, êrişî Herêma Kurdistanê kiribû û gotibû, ketina Mûsilê komployek bû ku ji aliyê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ve hatiye danîn.
Li ser vê yekê, Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva Malikî da û ragihand, Malikî tohmetbarê yekem ê ketina Mûsilê ye û dixwaze bi wan buxtanan xwe bêguneh nîşan bide.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku siyaseta xelet a Malikî û guhdarnekirina şîretên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûn sedema wê ku Mûsil bikeve destê DAIŞê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha ragihandiye, tiştên ku Malikî dibêje hemû derew û vala ne çimkî yên ku niha li eniya herî pêş a şerê DAIŞê ne û heybeta DAIŞê şikandine, pêşmergeyên Kurdistanê ne.
Parlamentoya Iraqê li ser ketina Mûsilê lêjneyek ava kiribû. Encamên lêpirsîn û lêkolînên lêjneyê roja 16ê vê mehê ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin.
Li gorî encamên lêjneyê, Malikî ku wê demê Serokwezîrê Iraqê her wiha fermandeyên giştî yên hêzên çekdar bû, yek ji tohmetbarên ketina Mûsilê ye.
