Parlamentoyê nekarî bicive
Peyamnêrê Rûdawê li baegeha Parlamentoya Kurdistanê ragihand, rêjeya yasayî ya parlamenterên bo lidarxistina civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê temam nebû û ji ber wê jî civîn nehat pêkanîn.
Peyamnêrê Rûdawê li Parlamnetoya Kurdistanê agihand: “Zêdebarî wê çendê ku parlamenterên fraksyonên Goran, YNK, Komel û çend parlamenterên Yekgirtû beşdarî di civîna îro ya parlamentoyê de kirin, lê rêjeya yasayî bo pêkanîna civînê nehat temamkirin.”
Li gor agahiyan Rûdawê, di civnê de tenê 53 parlamenter amade bûn û ji ber wê jî civînê nekarî rêjeya yasayî bo fermîbûnê temam bike.
Civîna îro tenê ji ber amadenebûna 3 parlamenteran ji fermiyetê ket. Bo pêkanîna civîna fermî ya Parlamentoya Kurdistanê pêwîst e 56 parlamneter amade bin.
Rûdawê ew yek zanî, ku Ebû Karwan ji fraksyona Partiya Şiyoî (Komonîst), Şiwan Qeladzeyî ji Tevgera Îslamî beşdarî di civîna îro de nekirin.
Ji bo çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kuridstanê, 49 parlamenterên ji her 4 fraksyonên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê daxwaza civîneke neasayî ya parlamentoyê kiribûn.
Rudaw
