Kirîza Serokatiyê: Yekemîn îstifa
Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Imer Koçer ji ber berdewambûna kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê û lihevnekirina aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dest ji endamtiya xwe di parlamentoyê de berda.
Imer Koçer ragihand: “Heta ku lihevhatin di navbera aliyên siyasî de nebe û derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de negihîjin rêkevtinê, ez endamtiya xwe di Parlamentoya Kurdistanê de dirawestînim.”
Koçer ku parlamenterê Yekgirtûyê yê herêma Badînan a Başûrê Kurdistanê ye, herwiha got: “Min bawerî bi ti aliyekê nemaye. Min bawerî bi Serokatiya Parlamentoyê û heta fraksyona xwe jî nemaye û ji ber wê ez ji niha pê de endamtiya xwe di Parlamentoya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê de didim sekinandin.”
Rudaw
