Balafirên Tirkiyeyê kampên PKKê dan ber bombeyan
Peyamnêrê Rûdawê Xerîb Mecîd ragihand, ku şeva borî balefirên şer ên Tirkiyeyê bingeh û navendên PKKê li gundê Keşanê dan ber bombeyan.
Bombebarana balefirên şer ên Tirkiyeyê heta derengî şevê berdewam kirin lê hêj zirarên wê nehatine zanîn.
Piştî teqîna Pirsûsê û kuştina 2 polîsên Tirkiyeyê ji aliyê alîgirên PKKê ve, Artêşa Tirkiyeyê jî dest bi operasyonên li dijî PKKê kir.
Piştî vê yekê di 24ê meha derbasbûyî de balafirên şer ên Tirkiyeyê dest bi bombebarana kampên PKKê li deverên Başûrê Kurdistanê kirin û bi sedema wan bombebaranan hejmareke gerîlla şehîd û birîndar bûn.
Rudaw
