Demirtaş: Rêya çareseriya pirsgirêkan tenê diyalog e
Derbarê bûyerên li herêmê de Demîrtaş ji rojnamevanan re ragihand ku: "Ne pêkane ku ti pirsgirêkek Tirkiyeyê bi çekan were çareserkirin. Helwesta me ya ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bi muzakere, diyalog û rêbazên aştiyane, dewam dike.”
Demirtaş got: “Karê destpêkê yê Serokkomar û hikûmet divê bike, vekirina rêyê diyalogê, vegera li muzakereyê û ragihandina agirbesta dualî ye. Divê ji çiyê û bajaran çek vekişin. Gava piştre jî vegere li muzakereyê ye. Karê lezgîn ê Tirkiyeyê aştî ye.”
Li ser pirsa sîstema serokatiyê li Tirkiyê jî Demirtaş ev pêşniyar kir û got: "Di hilbijartinên giştî de em dikarin pûsûlaya referandûmê jî deynin pêşiya hilbijêran. Em dikarin bipirsin, 'Hûn sîstema serokatiyê dixwazin an na?'. Eger ji xwe bawer dikin bila werin em di hilbijartinên giştî de ji gel bipirsin."
