• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Amedê pevçûn; 3 leşkerên Tirk mirin

Gulan Media August 19, 2015 Nûçe
Li Amedê pevçûn; 3 leşkerên Tirk mirin
Li navçeya Amedê Liceyê di navbera gerîlayên PKK’ê û leşkerên artêşa Tirk de şer rû da û 3 leşker hatine kuştin.

Li navçeya Amdê Liceyê eve 4 rojin di navbera gerîlayên PKK’ê û leşkerên artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn hene. Di pevçûnên pêr de çawişê pispor ê bi navê Muhamed Tufan mir û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Di berdewama pevçûnan de doh jî efserê tirk Metîn Aydemir û çawişê pispor Latif Adiguzel mirin.

Li navçeya Baglar a Amedê jî gerîlayên PKKê êrîşê Baregaha Polîsên Bağlarê kirin û di encam de polîsek birîndar bû.

Ji aliyê din ve balafirên şer ên artêşa Tirk carek din kampên PKK’ê yên li sînorê herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Li gor agahiyan firokeyan îro danê sibê li herêmên Heftenîn û Batufa ku dikevin nav sînorê Duhokê, bombebaran kirin.

Basnews
Top