Serok Barzanî û Fûad Mesûm civiyan
Serokê Kurdistanê pêşwaziya Serokkomarê Îraqê kir.
Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Fûad Mesûm kir.
Di civînê de behsa prosesa siyasî, rewşa leşkerî û rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê hate nirxandin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku terorîst bi berdewamî rastî şikestê tên û ti pêşerojeke wan tuneye.
Her di civîna han de behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê jî hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime tevahiya cudahiyên siyasî bi diyalog û lihev kirinê werin çareserkirin.
Di dawiya civîna han de bi awayekî giştî jî behsa guhertinên heyî yên li deverê de hate kirin.
