Amed – Li 4 deveran herêmên leşkerî û qedexe hatin ragihandin
Walîtiya Amedê duh ragihand, ji ber zêdebûna bûyerên şer û aloziyê, hinek deverên bajarên Lîce, Pasûr, Pîran û Farqînê yên Amedê wek deverên leşkerî û qedexe tên ragihandin.
Şeva borî li bajarên Lîcê û Farqînê derketina derve ji bo welatiyên sivîl hatibû qedexekirin.
Ragihandina herêmên qedexe û leşkerî li Amedê piştî wê yekê hat kirin ku rêxistina bi navê Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), ku rêxistineke nêzîkî PKKê ye, gefa pêkanîna êrişan xwaribû.
Rudaw
