‘Kurd baştirîn hevpeymanê Amerîkayê ye’
Di bersiva pirseke biryara Serokê Berê yê Amerîka Bûş bi êrişa ser Iraqê de, John Kasîç ji CNN re ragihand, beriya niha min nedixwest xwe nêzîkî pirsa Iraqê bikim, lê wek ez niha dibînim, di dawiyê de Iraq bi aliyê perçekirinê bo sê perçan ve diçe.
Wî berbijêrê serokatiya Amerîka wiha got, gerek me hêza xwe ji Iraqê venekişandiba û mana hêzê li cihekî pêwîst bû.
John Kasîç wiha got, kurd hevpeymaniyê me yê baş in, erkê me ye ku em di hinek pirsan de alîkariya wan bikin û li hember Tirkiyê hevsengiyê rabigirin, eve w mijar e ku piştre dê ji bo me bibe pirsgirêk
