• Wednesday, 18 February 2026
logo

Malikî ketina Mûsilê avêt stûyê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê!

Gulan Media August 18, 2015 Nûçe
Malikî ketina Mûsilê avêt stûyê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê!
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ketina bajarê Mûsilê avêt stûyê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û got, komploya Enqere û Hewlêrê bû sedema ketina Mûsilê. Malikî her wiha ragihand, Tirkiye mezintirîn piştevanî DAIŞê ye.

Serokwezîrê berê yê Iraqê û alîkarê berê yê Serokomarê wî welatî, Nûrî Malikî ku niha li Îranê ye, duh li Tehranê civîneke rojnamevaniyê li dar xist.

Malikî li ser ketina bajarê Mûsilê axivî û got, ketina Mûsilê komplo bû û ew komplo jî ji aliyê Enqere û Hewlêrê ve hat kirin, paşê DAIŞê hêzên Neqşbendî hatin, hêzên kurdî û sunnî jî ji çeperên xwe vekişiyan bi vî rengî Mûsil ket destê DAIŞê.

Nûrî Malikî, ku navê wî jî di lîsteya tohmetbarên ketina Mûsilê de ye û tê payîn derkeve pêşberî dadgehê, îdia kir ku rayedarên Herêma Kurdistanê ji fermandeyên kurd ên artêşa Iraqê r gotibûn, şerê DAIŞê nekin ji ber ku DAIŞ bi şîe û Malikî re şer dike.

Serokwezîrê berê yê Iraqê, li ser şerê Tirkiyê li dijî DAIŞê û êrişa balafirên Tirk bo ser xaka Başûrê Kurdistanê jî axivî û got, Tirkiye mezintirîn piştevanê DAIŞ û El Qaîdê ye. Eger Tirkiye û Erebistana Siûdî nebûna DAIŞê jî nedibû. Jixwe dema Ewropa deriyê xwe li ser Tirkiyê girt wî welatî çav berda Sûriye û bakurê Iraqê.

Hat zanîn ku Malikî dê îro bi rêberê Îranê Elî Xaminêyî re hevdîtin bike.

Bajarê Mûsilê roja 10ê Hezîrana par ket destê DAIŞê.

Rudaw
Top