• Wednesday, 18 February 2026
logo

Efrîn: 5 şervanên YPGê şehîd bûn

Gulan Media August 18, 2015 Nûçe
Efrîn: 5 şervanên YPGê şehîd bûn
Li navçeya Bilbilê ya bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê teqînek qewimî û di encam de 5 şervanên YPG’ê şehîd bûn û 11 şervan jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ji Efrînê ve, li gundê Xulalka ya navçeya Bilbilê ya girêdayê kantona Efrînê ve di rêbendeke şervanênYekîneyên Parastina Gel (YPG) de bombeyek teqiya.

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê derbarê mijarê de bo ajansa ANHA ragehand ku teqîn di dema erkdariyê de teqiyaye û 5 şervan şehîd bûne.

Fermandariyê destnîşan kir ku van şervan, cihên madeyên teqemenî ya gundê Xulalka diguhertin, madeyên teqemenî di wan de teqiyaye.

Fermandnariyê got di encam de 11 şervan jî birîndar bûne, her wiha ziyana madî li derdorê pêk hat.

Fermandariyê daxund ku wê derbarê bûyerê de lêkolînê bikin.

Top