Mesrûr Barzanî û Brett McGurk behsa rewşa ewlekarî û siyasî ya Kurdistanê kirin
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê nunerê taybet yê Obamayê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî kir.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Amerîkayî bi Serokatiya Cîgirê nunerê taybet yê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê Breet MecGurk kir.
Di hevdîtinê de ku hijmareke dîplomat û fermandarên leşkerî yên artêşa Amerîkayê û Konsulusê vê welatî yên li Hewlêrê jî tê de beşdar bûn behsa pirsên ewlekarî û siyasî yên Kurdistan, Îraq û pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstên DIŞIê û çawetiya ji nav birina terorîstên DIŞIê hate kirin.
Di hevdîtinê de her du alî li ser pêşkêş kirina hevkariyên zêdetir ji aliyê civaka cîhanî ve bo ew hêzên ku di warê bejayî de şerê dijî terorîstên DIŞIê dikin hemfikir bûn û di vê derbarê de Breet MecGurk diyar kir ku vê hevkarî û piştgîriyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge bidomin.
MecGurk eşkere kir ku Kurdistan hevpareke çalak ya Amerîkayê ye, nav hatî qurbanî dan û şerê hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê bilind nirxand.
Di beşeke din ya civîna han de Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî careke din tekez li ser pêdiviyên hêzên pêşmerge bo şerê han kir û got: Em weke Kurd bi vê yekê serbilindin ku bibandortirîn û çalaktirîn hêzin li dijî terorîstên DIŞIê.
Di berdewamiya civînê de behsa pirsên siyasî yên navxweyî yên Kurdistanê hate kirin û heyeta mêwan tekez li ser vê yekê kir ku lazime bi danûstan û lihev kirinê ew pirsên han werin çareserkirin. Heyeta mêwan herwiha anî ziman ku asayîş û aramiya Kurdistanê bo Amerîkayê gelek girînge.
