Serokwezîrê Iraqê hejmara wezaretan kêm dike
Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî di çarçoveya plana reforman de biryar da ku 11 wezaret bên daxistin û hevxistin, bi vî awayî hajmara wezaretan ji 33’yan dakeve 22’yan.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî di çarçoveya reform û tekoşîna li dijî gendeliyan, biryara kêmkirina hejmara wezaretên Iraqê da.
Li gor vê biryarê ku ji aliyê ofîsa Îbdaî ve hate ragehandin; sê cîgirên wezîran, cîgirê serokomar, her wiha wezaretên mafên mirovan, jinan û parlamentoyê hatine hilweşandin.
Di çarçoveya vê biryarê de wezaretên zanist û teknolojî, perwerdehiya bilind bûne yek. wezaretên hawîrdor û tendurustiyê bûne yek. Wezaretên şarevanî û şaredariyan jî bûne yek. Herwiha wezaretên çand û ya dabûnêrîtan jî bûne yek.
Îbadî ferman daye ku dosyayên gendeliyan ji nûve bêne vekirin û ji bo lêkolîna van jî komîsyonek ji pisporan bê damezrandin. Herwiha tevahî bûtçeyên îstisna yên ji bo wezaret û saziyan hatine terxankirin jî hatine betal kirin.
Biryarên reforman ên ku Serokwezîr Îbdaî di 11ê Tebaxê de aşkere kiribû ji aliyê parlamenê ve jî hatibû qebûlkirin.
basnews
