• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama Amerîka bo aliyên Kurd: Ji bo xatirê xwîna şehîdan yekgirtî bin

Gulan Media August 17, 2015 Nûçe
Peyama Amerîka bo aliyên Kurd: Ji bo xatirê xwîna şehîdan yekgirtî bin

Nûnerê taybet ê Obama Brett McGurk bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir û got: ”Ji bo xatirê xwîna şehîdan yekgirtî bin.” McGurk got: ”Terorîst ji vê rewşê sûd werdigrin.”

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Nûnerê taybet ê Obama bo karûbarên Suriyê û Iraqê Brett McGurk li ser navnîşana xwe ya twitterê peyamek weşand û got: ”Niha li Herêma Kurdistanê me, han didim ji ber xatirê xwîna 1200 şehîdên Pêşmerge li dijî metirsiya DAIŞ’ê bibin yek. Jiber ku terorîst ji vê rewşê sûd werdigrin.”

Beriya vê peyamê McGurk di peyama xwe de nivîsiye ”Ji Edenê ve diçime Hewlêrê. Ji bo plana şkînandina DAIŞ’ê li Iraq û Suriyê, çaverêbin.”

Roja 8’ê Tebaxê nûnerê taybetê Obama û şanda li gel wî, serdana bajarê Silêmaniyê kirin û ligel berpirsên YNKê û Tevgera Goran civyan. Şandê ji partiyên Kurd xwest ku pirsa serokatiya herêmê û arîşeyên navxweyî bi hevgirtin çareser bikin û herwiha heya Barzanî jî bo 2 salên din jî dirêj bikin.

basnews
Top