• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê Parlamenê roja rûniştina awarte diyar kir

Gulan Media August 17, 2015 Nûçe
Serokê Parlamenê roja rûniştina awarte diyar kir


Serokê Parlemena Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed roja rûniştina parlamenê ya derbarê gotûbêjkirina pirsa hilbijartina serokatiya herêmê aşkere kir. Biryare roja 19’ê Tebaxê rûniştina awarte pêk bê.

Serokê Parlamena Herêma Kurdistanê Yusif Mihemed bi beyanameyekê diyar kir ku dê roja 19/08/2015’ê li parlamenê rûniştina awarte bê kirin.

Mihemed bang li tevahî endamên parlamenê kir ku bo rûniştina jimare 3 ya awarte ya xula Baharê, roja 19’ê Tebaxê di demjimêr 10’ê beriya nîvro di prlamenê de amade bin.

Herçar partiyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel rijdin li ser daxwaziyên xwe û dixwazin sîstema hilbijartina serokê herêma Kurdistanê bê guhertin û serok ji aliyê parlamenê ve bê hilbijartin. Lê belê PDK û pêkhateyên din li dijî vê yekê ne.

Basnews
Top