• Wednesday, 18 February 2026
logo

“Ji bo agirbestê, Amerîka bi rayedarên PKKê re hevdîtin dike”

Gulan Media August 17, 2015 Nûçe
“Ji bo agirbestê, Amerîka bi rayedarên PKKê re hevdîtin dike”
Derket holê ku rayedarên Amerîka ji bo ku şerê di navbera PKK û Tirkiyê were sekinandin, bi rayedarên PKKê re bi awayekî veşartî hevdîtin dikin.

Rojnameya înglîzî ya Daily Telegraghê li ser zarê hevserokê KCKê Cemîl Bayik eşkere kiriye ku di navbera PKK û Amerîkayê de li ser sekinandina şer li Tirkiyê, hevdîtin tên kirin.

Di nûçeya Daily Telegraghê de hatiye gotin ku Cemîl Bayik eşkere kiriye, di navbera wan û Amerîkayê de name û peyam tên şandin.

Li gorî rojnameyê, Bayik wiha gotiye: “Ez dîsa dibêjim, bila Amerîka di navbera me û Tirkiyê de navbeyinkariyê bike. Eger garantiyê bidin me, çi bikeve ser milê me emê bikin lê eger garantiyê nedin em nikarin bi awayekî yekalî tiştekî bikin.”

Rojnameya Daily Telegraghê her wiha ragihandiye, piştî ku di navbera PKK û hêzên Tirk de şer derketiye, şerê li dijî DAIŞê ketiye rewşek zehmet çimkî heta niha yek ji hêzên ku herî xurt şerê DAIŞê dikin, kurd in.

Cemîl Bayik jî ji rojnameyê re gotiye, Amerîka firsendek baş ji bo navbeyinkariyê bi dest xistiye û derketina şer û aloziyê jî avêtiye stûyê Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan.

Wî rayedarê PKKê hişyarî daye Amerîka û gotiye, eger Amerîka li ser piştevanîkirina siyaseta Tirkiyê rijd be wê çaxê dê kurdan ji dest bide, eger kurd ji Amerîka dûr bikevin wê çaxê şikandine DAIŞê zehmet dibe.

Rudaw
Top