• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Colemêrg û Hatayê pevçûn

Gulan Media August 16, 2015 Nûçe
Li Colemêrg û Hatayê pevçûn
Hat ragihandin li navçeya Şemzînana Colemêrgê di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyeyê de pevçûn derket û di encamê de polîsek hat kuştin. Herwiha li Hatayê jî bi çekan êriş li qereqolekê hat kirin.


Li gorî agahiyan li Şemzînan di encama pevçûna di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de derketî polîsekî tevgera taybet jiyana xwe ji dest da. Tê gotin hêj li çend deverên bajêr pevçûn didomin.

Ji aliyê din ve gerîlayên PKK li Hatayê jî bi çekan êriş li Qerqola Cendermeyên navçeya Belenê kirin.

Hat gotin cendermeyan jî bersiva gerîlayan daye û herwiha ti mirî û birîndar çênebû. Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê li qûntara Çiyayê Amanosê dest bi operasyonên kirin.

Rudaw
Top