• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Qersê şer; efserek artêşa Tirkiyê hate kuştin

Gulan Media August 16, 2015 Nûçe
Li Qersê şer; efserek artêşa Tirkiyê hate kuştin

Li navçeya Kagizmana Qersê di navbera gerîlayên PKK’ê û leşkerên artêşa Tirkiyê şer û pevçûnan rû da û di encam de efserek Tirk hate kuşitin.

Îro danê sibê li navçeya Kagizmana ser bi bajarê Qersê di navbera Tîmên Taybet ên Jendermeyên Tirk û gerîlayên PKK’ê de şer û pevçûn derket. Li gor ragehandina medya Tirkiyê di pevçûnan de efserekê Tirk hate kuştin. Birîndarên pevçûnê jî rakirine nexweşxenya Zanîngeha Kafkas a Qersê.

Hate gotin ku di pevçûnan de 3 gerîlayên PKK’ê jî jiyana xwe jidest dane.

Doh jî li navçeya Karliova ya ser bi Bîngolê bombeyek çandî di tirimbêla leşkerî de teqiya bû û di encam de yek jê efser 3 leşkerên Tirkiyê miribûn.

Basnews
Top