Almanya: Emê ji bo kurdan li herêmê bimînin
Wezareta Parastinê ya Almanya ragihand, ji ber ku êdî tehdîd li ser Tirkiyê nemaye wan dest bi veguhestina mûşekên xwe yên Patriot ên ku sala 2012ê li ser daxwaza Tirkiyê û ji tirsa gefên Sûriyê li herêma Maraşê hatibûn danîn, kirine.
Wezaretê her wiha eşkere kir ku heta roja 31ê Çileya sala 2016ê dê tevahiya mûşekên Patriot û hêza ku ji bo wan mûşekan li Tirkiyê hatibû bicîhkirin, derbasî Almanyayê bên kirin.
Almanya 250 leşkerên xwe ji bo mûşekên Patriot şandiye Tirkiyê.
Wezîra Parastina Almanya Ursula von der Leyan jî ragihand, wan karîn di heyama sê salên borî de Tirkiyê li hember gefa mûşekên Balistîk ên Sûriyê biparêzin lê niha êdî tehdîda herî mezin bûye DAIŞ û wiha axivî:
“Lê ji bo aramiya herêmê, emê hêzên kurdî û iraqî perwerde bikin ji ber wê jî emê li herêmê bimînin.”
Jibilî Almanya, Amerîka û Hollanda û Spanya mûşekên xwe yên Patriot li Tirkiyê danîne.
rudaw
