• Wednesday, 18 February 2026
logo

Keçên êzîdî kareke kirêt ê serokê DAIŞê eşkere kirin

Gulan Media August 15, 2015 Nûçe
 Keçên êzîdî kareke kirêt ê serokê DAIŞê eşkere kirin
Derket holê ku serokê rêxistina radîkal a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî “gellek caran” destdirêjî li çalakvana amerîkî Kayla Mueller kiriye. Hat gotin ku ew agahî ji aliyê keçên kurd ên êzîdî ve hatiye eşkerekirin.

Çalakvana amerîkî ya bi navê Kayla Mueller, ku havîna sala 2013ê li bajarê Helebê yê Sûriyê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, meha Sibata îsal li Sûriyê û di encama êrişa balafirên şer ên hêzên hevpeyman de li bajarê Reqayê yê Sûriyê hatibû kuştin.

Rayedarên îstixbaratî yên amerîkî ji televîzyona ABC a amerîkî re gotine, Kayla Mueller beriya ku were kuştin, gellek caran rastî destdirêjiya serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye.

Wan rayedaran dane zanîn ku Kayla Mueller li mala emîrê DAIŞê yê bi navê Ebû Seyaf de bûye û li gorî agahiyên ku du keçên kurd ên êzîdî dane, Bexdadî gellek caran hatiye mala Ebû Seyaf û destdirêjî li wê çalakvana amerîkî kiriye. Malbata Kayla Mueller gotiye, haya me ji wê yekê hebûye.

Emîrê DAIŞê Ebû Seyaf, ku berpirsê firotina petrola DAIŞê bû, meha Gulana îsal di encama operasyoneke taybet a hêzên amerîkî de li Sûriyê hatibû kuştin. 2 keçên kurd ên êzîdî yên ku ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin, li mala wî de hatin dîtibûn û bo Başûrê Kurdistanê hatibûn vegerandin.


Çalakvana amerîkî Kayla Mueller (26 salî), ku li bajarê Helebê yê Sûriyê alîkariyên doktorên bê sînor dikir, havîna 2013ê hatibû revandin.

Kayla Mueller par nameyek ji malbata xwe re nivîsîbû û behsa wê kiribû ku çekdarên DAIŞê “pir bi hurmet” pê re didin û distînin.

Rudaw
Top