DAIŞê bi gaza Xerdel li pêşmerge da
Hat ragihandin, çekdarên DAIŞê îro bi çekên giran êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê kirin, lê êrişa wan ji aliyê pêşmerge ve hat şikandine.
Berpirsê eniya şer a Guwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Îro di saet 00:10ê de çekdarên DAIŞê li gundên Telrîm û Carullah ên girêdayî Memxûrê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê di dema nîv saetî de êrişa DAIŞê ji aliyê pêşmerge ve bi tundî hat têkşikandin.”
Sîrwan Barzanî got: “Di êrişa îro de DAIŞê çekên giran bi kar anî, lê li hember de Hêzên Pêşmerge jî bi çekên giran bersiva êrişên wan dan û êrişa wan têkbirin.”
Barzanî tekez kir, piştre balafirên hevpeymanan dever bombebaran kirin û li çeper û navendên DAIŞê dan, lê berî ku balafir li çekdarên bidin, pêşmerge êrişa wan têkbuiribû.
Derbarê bi kar anîna çekên kîmyayî de jî, Sîrwan Barzanî got: “Jibilî çekên giran, çekdarên DAIŞê çekên kîmyayî ji curê gaza Xerdel di şerê îro de bi kar aniye.”
SBarzanî da xuyakirin: “Herçiqas hêj bi temamî ew yek nehatiye piştrastkirin ku curê madeyê gaza Xerel be, lê ti goman tê de nîne ku DAIŞê çekên kîmyayî bi kar nî, ji ber ku di şerê îro de pêşmergeyek birîndar bûye ku şûna şewitînê li ser bedena wî tê dîtin ku xuya dibe ji ber çekên kîmyayî ye.”
Li gor gotina Berpirsê eniya Mexmûr, çekdarêm DAIŞê îro sibehî di saet 07:00 de careke din êrişî bilindahiên Sultan Ebdullah kirin û top û hawin avêtin çeperên Hêzên Pêşmerge.
Sîrwan Barzanî ragihand, balafirên şer ên hevpeymanan di demek zû de bi tundî bersiva wan dan û binkeyên wan bi dijwarî bombebaran kirin.
DAIŞê duh jî bi çekên kîmyayî êrişî pêşmerge kiribû
Duh 13ê Tebaxê jî çekdarên DAIŞê li eniya şer a Guwêr-Mexmûrê bi çekên kîmyayî êrişî Hêzên Pêşmerge kiribûn û 45 gulleyên hawinan avêtibûn çeperên pêşmergeya.
Fermandeyekê Hêzên Pêşmerge li sînorê Guwêr-Mexmûr bi navê Mihemed Esad Xoşewî ji Rûdawê re ragihandibû, çekdarên DAIŞê di êrişa xwe de li gundê Sultan Ebdullah a girêdayî navçeya Mexmûrê çekên kîmyayî li dijî pêşmerge bi kar anîne.
Esad Xoşewî gotibû: “45 gulleyên hawina 120 mm ku serê hawinan tije bûn ji madeyên kîmyayî, şeva borî ji aliyê DAIŞê ve hatin avêtin bo nav çeperên pêşmerge.”
Li gor gotina wî fermandeyê pêşmerge, di encama êrişa kîmyayî ya DAIŞê de, çend pêşmerge birîndar bûn û cendekê wan ji ber bandora madeyên kîmyayî şewitîn.
Li gor agahiyan, piştî wê êriş tîmeke leşkerî ya Amerîka û Fransayê ku pisporê madeyên kîmyayî bûn çûnûne deverê û dest bi lêkolînê kiribûn.
Almanyayê êrişa kîmyayî ya DAIŞê piştrast kiribû
Wezareta Parastina Almanyayê jî duh di daxuyaniyekê de ragihand, rêxistina DAIŞê di şerê vê dawiyê de bi çekên kîmyayî li Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê daye.
Li gor daxuyaniyê hatibû ragihandin, berpirsên Almanyayê di wê baweriyê de ne ku çekdarên DAIŞê di êrişên xwe yên vê dawiyê li dijî Hêzên Pêşmerge de madeya kîmyayî ya Kolorîn bi kar anîne.
Di daxuyaniyê de hatibû goitn, ew 88 leşkerên almanî ku li nêzîkî Hewlêrê perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge, parastî ne û cihê wan ewle ye.
Wezareta Parastina Almanya derbarê leşkerên almanî yên li Kurdistanê de wiha gotibû: “Ew 60 km ji cihê êrişê dûr bûn û ew tendirustin.”
Rudaw
