Gef li Barzanî xwarin
Kevne BAASi yekî serbazî yê rejêma xwînrêj ya Îraqê Wefîq Serrayî gefan li Barzanî dixwe û dibêje “Pêwîste em hemû piştgiriya Serokwezîrê Îraqê Haydar Îbadî bikin ku sînorekî bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dane. Barzanî sînorê xwe li Îraqê nizane. Bi taybetî ji dixwaze budce ji Îraqa bîstîne û ji aliyekî dinve jî petrolê bifroşe. Di heman demê de ew kesên ku di derbarê wande biryara girtinê heye li Herêma Kurdistanê xwe vedişêrin.”
Semarrayî yekek ji wan kesên Serbaziye ku hertim dijatiya Herêma Kurdistanê dike. Ragehandinên Îraqê helwêsta Semarrayî weha dirnirxînin ku “bi vê rêyê dixwaze xwe li Îbadî û Malikî nêzik bike ku kursiyekê bidin wî.”
Ev gef û heriş kirinên di derbarê kêm kirina desthilatên Barzanî di demekê tê ku li Herêma Kurdistanê li ser pirsa Serokatiya Herêma qeyraneke siyasî heye û heta niha çareser nebû ku tê xwastin desthilatê Serok Barzanî li Herêma were kêm kirin.
Niha li Îraqê guftugoyek heye jî bo kêm kirina desthilatê Herêma Kurdistanê ku ji Destura Îraqê werdigre were kêm kirin.
Li ser metirsiya guhertin û kêm kirina desthilatên Herêma Kurdistanê doh Endamê Komisyona Nivîsandina Destura Herêma Kurdistanê Sîrwan Zehawî ji BasNews’ê re ragehandi bû ku“Hewlek heye bo guhertine destura Îraqê û em ne li gel guhartina destura Îraqê ne ku desthilatê Herêma Kurdistanê kêm bikin. Bila guhetin bê kirin. Lê ne ku wan pirsê di navbera mede, li gor berjewendiyê Bexdadê ji nûve binivîsînin.”
Basnews
