• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna terorîstiya Bexda şermezar kir

Gulan Media August 14, 2015 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna terorîstiya Bexda şermezar kir
Bi mixabinî berî sibehiya duh pênçşem 13.08.2015 teqînekî terorîstî li navçeya Sedira bajarê Bexdayê paytext rû da û bi vê sedemê dehan hemwelatî şehîd û birîndar bûn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê kirdara terorîstî şermezar dike û bi nîşana têkçûna morala terorîstan dizanê ku ketine rewşeke xerab de û dest li tu kirdareke dijî miroviyê xwe naparêzin, lê belê dilniyayîn li şikest û ji navçûnên zêdetir bi xwe ve dibînîn û wan hîç paşarojekî tûneye.

Li vir da serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê rûdawa diltezîn dikin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13.08.2015
Top