Fransa bang li partiyên Kurdistanê kir
Fransa daxwaz ji partiyên siyasî û rayedarên Başûrê Kurdistanê kir, li ser pirsa Serokatiya Kurdistanê lihev bikin û yekrêziya xwe jî biparêzin.
Fransa li ser mijara kirîza Serokatiya Kurdistanê helwesta xwe aşkere kir.
Fransa daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî kir, pirsa Serokatiya Kurdistanê çareser bikin û bigihîjin lihev hatinekê.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Fransayê Alexandre Giorgini di daxuyaniyekê de ragihand: “Fransa piştgîrî li desthilatdar û kurdên Iraqê dike li hember wan arîşeyên ku rastî wan hatine, bi taybet jî di şerê li dijî DIŞIê de piştevaniya wan dike.”
Alexandre Giorgini daxawz ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku yekrêziya xwe biparêzin û li ser çareserkirina kirîzên Kurdistanê û pirsa Serokatiya Kurdistanê lihev bikin.
Giorgini got: “Em hêvî dikin ku hemû pêkhate bi rihê yekrêziyê bigihîjin çareserekê bo rûbirûbûna kirîzên siyasî li Kurdistana Iraqê, bi taybet jî li ser pirsa Serokatiyê.”
