Leşkerên Tirk li ser sînorê Girê Spî 2 jin kuştin
Leşkerên artêşa Tirk li ser sînorê Girê Spî xelkên Ereb gulebaran kirin û di encam de 2 jinan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên herêmî şevê din li gundê Girê Sor ê li Rojavayê Girê Sipî, hejmarek xelkên Ereb ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin.
Di encama vê yekê de 2 jinan jiyan xwe ji dest dan û 9 kesên din jî birîndar bûn. Tê gotin ku di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.
Li gor nûçeya ANHA’yê jî kesên birîndar şandine Nexweşxaneya Emel a Kobanê. Bijîşkan diyar kirin ku rewşa 3 birîndaran giran e.
Herwiha hate gotin ku ji vê komê aqûbeta 4 kesan ne diyare û nayê zanîn ka mirine yan jî derbasî aliyê Tirkiyê bûne.
Basnews
