• Wednesday, 18 February 2026
logo

Davûtoglu û Kiliçdaroglu dicivin – Hikûmet yan hilbijartin?

Gulan Media August 13, 2015 Nûçe
 Davûtoglu û Kiliçdaroglu dicivin – Hikûmet yan hilbijartin?
Serokê Giştî yê AKPê û serokwezîrê demkî yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu ji bo pêkanîna hikûmeta nû dê bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin bike. Tê gotin, civîna îro “civîna qerarê” ye.

Tenê 11 rojan maye ew heyama qanûnî ya pêkanîna hikûmetê, ku 45 roj in, xilas bibe lê heta niha tiştek nehatiye kirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di çarçoveya hevdîtinên avakirina hikûmeta nû de, îro Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê saet 14:00 bicivin.

Davûtoglu û Kiliçdaroglu roja 10ê vê mehê jî li ser heman mijarê civiyabûn.

Alîkarê Serokê AKPê û berdevkê wê partiyê Beşîr Atalay jî duh gotibû, Davûtoglu û Kiliçdaroglu dê sibê (îro) “civîna dawî” bikin.

Medyaya Tirkiyê jî civîna îro wek “civîna qerarê” bi nav dikin û dibêjin, dê îro qerar were dayîn ka hikûmet were avakirin yan jî hilbijartin.

Ji ber ku di hilbijartinên îsal de ti partiyekê nekarîbû dengên pêwîst ji bo avakirina hikûmetê bidest bîne, hikûmeta nû dê bi awayê hevpeymanî bibe.

Di hilbijartinan de AKPê dengên herî zêde bidest anîbû ji ber wê jî, Serokomarê Tirkiyê Erdogan, roja 9ê Tîrmeha îsal Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kiribû.


Li gorî qanûnên Tirkiyê, eger di heyama destnîşankirî de hikûmet neyê avakirin wê çaxê hilbijartin tê kirin.

Rudaw
Top